Kesên li Konyayê hatin qetilkirin tên definkirin 2021-07-31 16:58:50 KONYA  - Cenazeyên 7 kesên ku li navçeya Meram a Konyayê hatin qetilkirin, li Goristana Saraçoglû li kêleka hev hatin definkirin.    Cenazeyên 4 jê jin 7 kesên li navçeya Meram a Konyayê hatin qetilkirin, li Goristana Saraçoglû ya navçeya Karatayê li kêleka hev hatin definkirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, endamên Lijneya Rêvebesriya Navendî ya HDP’ê û Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Konyayê Abdullatîf Şener beşdarî merasîma cenazeyan bûn.   Piştî wacîbeyên olî cenazeyên 7 kesên ku hatin qetilkirin, li kêleka hev du hatin definkirin.