Li Elbakê lehî: Bi dehan xanî û axur xera bûn 2021-07-31 17:49:30   WAN- Li Elbakê di lehiya rabû de, bi dehan xanî û axur xera bûn.    Li gundê Xaşkan ê navçeya Elbak a Wanê, ji ber baraneke zêde lehî rabû. Li gund ji ber lehiyê bi dehan xanî ûa xur xerabûn û lehiyê gelek wesayît dan ber xwe. Ji ber lehiyê ceryana gund qut bûye.    Welatî Mûsa Kaya, anî ziman ku gundê wan bi temamî wêran bûye û ji bo alîkariyê bang kir.