Hunermendan komkujiya li Konyayê şermezar kir 2021-07-31 18:17:01           AMED - Li Amedê hunermendên kurd bi daxuyaniyekê komkujiya li Konyayê ya li hemberî malbata kurd Dedeogûllari şermezar kirin û xwestin kurd li dijî êrîşan şiyar bin.    Bertekên li dijî komkujiya ku li Konyayê li hemberî malbata kurd Dedeogûllari ve pêk hat didomin. Hunermendên kurd dema li Amedê Komxebata Çandê pêk dianîn li navçeya Meram a Konyayê ji malbata Dedeogullari 7 kes hatin qetilkirin. Hunermendan piştî komxebata çandê têkildarî komkujiya li Konyayê pêk daxuyaniyek dan çapemeniyê.    Li ser navê hunermendan şanoger Omer Şahîn daxuyanî xwend û bi bîrxist ku ev demek e li bajarên Tirkiyeyê li hemberî malbatên kurd êrîşên hovane pêk tên û got: “Hêzên faşîst destpêkê li Îzmîrê Denîz Poyraz qetil kirin. Hê ev êş di dilê me kurdan de zindî bû ku xeberek din ji Konyayê hat. Tenê ji malbatekê 7 kes dîsa bi êrîşa faşîstan ve ru bi rû man û hatin qetilkirin.   Hunermend Şahîn da zanîn ku dema ev bûyer pêk hat hunermendên kurd, ji bo rojên pêş festîvalan organîze bikin li Amedê di kom xebatekê de bûn û wiha got: “Wekî her welatperwerekî kurd, em jî di bin tesîra vê bûyerê de man. Ya rastî kes û saziyên berpirsyar her çi qas van qetliama wek bûyerên ji rêzê û krîmînal bidin nişandan jî em baş dizanin ku li Tirkiyeyê bûyerên bi vî awayî heta niha ji aliyê hêzên tarî ve pêk hatine.”   'BINGEHA KOMKUJIYÊN NÛ'   Şahîn diyar kir ku heta niha kiryarên qetlîaman her tim ji aliyê rayedarên dewletê ve hatine parastin û wiha pê de çû: “Ev nêzîkatî û feraset bingeha qetlîamên nû ava dike.  Her wekî din rayedarên ku hewce ye bi berpirsiyarî tev bigerin, ketine pey bincilkirina sedema vê qetlîamê.”   BANGAWAZÎ JI BI ŞIYARBÛNÊ    Hunermendan destnîşan kirin ku îro gelê kurd bi qirkirineke fîzîkî û çandî re rû bi rû ye û gotin: “Pêwîst e gelê me li her derê şiyar be û li hember van êrîşan xwedî helwest be. Li hemberî qirkirinan rêya sereke xurtkirina rêxistinbûyînê ye.”   'BÊDENG NEMÎNIN'   Hunermendan di dawiya axaftina xwe de careke din komkujî lanetkirin û bang li hunermend û raya giştî ya cîhanê kirin: “Em hunermendên kurd, em bang li hemû hunermend û gelên cîhanê dikin ku li hemberî qirkirinên li ser kurdan pêk tên bêdeng nemînin û bibin xwedî helwest. Em careke din vê êrîşa hovane ku li Konyayê pêk hatiye lanet dikin û em dibêjin em ê tu caran vê bûyerê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”