Li Amedê hêrsa li dijî komkujiyê: Gelê kurd ne bi tenê ye 2021-07-31 18:47:41 AMED - Li Amedê TJA, KCD, DBP û HDP'ê êrîşa nîjadperest şermezar kirin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz bertek nîşanî dorpêçkirina polîsan da û got: "Gelê kurd ne bi tenê ye. Em van komkujiyan ji Sûrê, ji Roboskiyê dizanin."    Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Kuçeya Hunerê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê xwest komkujiya li Konyayê ku ji malbata kurd Dedeogûllari 7 kes hatin kuştin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar biin. Lê belê polîsan hemû rêyên ber bi Kuçeya Hunerê bi bariyeran girtin û dora avahiya HDP'ê ya bajêr û avahiya Yenîşehîrê dorpêç kirin.    Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, parlementerên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Remziye Tosûn, Feleknas Ûca û bi dehan kes ber bi Kolana Gevranê ve meşiyan û xwestin li Kolanê daxuyaniyê bidin. Girse bi astengiyên polîsan re rû bi rû me û dirûşmeyên "Kurdistan ji faşîzmê re goristan", "Konya ji faşîzmê re goristan" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin.    POLÎSAN TOSÛNÊ BI ERDÊ VE KAŞ KIRIN    Polîsan tim mudaxileyî girseyê kir. Di dema mudaxileyê de polîsan Tosûnê bi erdê ve kaş kir. Welatiyên li derdorê jî ev yek bi pîspîsk, çepikan û berzkirina dirûşmeyan şermezar kir.    Piştî mudaxileya polîsan girse, bû çend kom. Vê carê polîsan kom dorpêç kirin. Polîsan xwest gelek kesan binçav bike, lê belê girseyê li ber xwe da û nehişt polîs kesî binçav bikin.    Di dema mudaxileyan de polîsan nehişt nûçegihanê ajansa me Ergîn Çaglar dîmenan bigire û bi binçavkirinê gef lê xwarin û heqaret lê kirin. Polîsan destê xwe xist qirika Çaglar û xwestin wî binçav bikin, lê rojnamevanên din nehiştin polîs Çaglar binçav bikin.    Di dema mudaxileya polîsan de ekîpmanên hin rojnamevanan şikiyan.    WESAYÎTAN BI QORNEYÊ ŞERMEZAR KIRIN    Ji ber rageşiya li kolanê trafîk gelek caran sekinî. Wesayîtên sekinîn jî bi qorneyan helwesta polîsan şermezar kirin.    'GELÊ KURD NE BI TENÊ YE'    Paşê girse hat Kolana Gevranê. Piştî nîqaşeke dûr û dirêj, polîsan destûr da daxuyanî bê dayîn. Daxuyanî li ber avahiya HDP'ê ya Yenîşehîrê hat dayîn. Di daxuyaniyê de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî. Aydenîz, bertek nîşanî helwest û dorpêça polîsan da û got: "Bila he rkes zanibe ku em ê bi van dorpêç û zextan serî netewînin. Bila her kes zanibe gelê kurd ne bi tenê ye. Qesr û alîgirên wê her derê Amedê dorpêç kirine û di neçareseriyê de israr dikin. Em bang li muxalefetê û her kesî dikin; Ev dorpêç kirine tenê ne ji bo Amedê ye, di heman demê de li hemberî demokrasiyê ye."    Aydenîz, ji bo komkujiya li Konyayê jî got: "Kesên kiryaran berddin berpirsiyarê komkujiyê ne. Em van komkujiyan ji Sûrê, ji Roboskiyê dizanin. Em baş dizanin bê kê komkujiya li Konyayê kiriye. Gelek îqtidar hatin û çûn, lê gelê kurd hê jî li ser pêya ye û ji bo demokrasiyê israr dike."    BEŞTAŞ: EM JI BO JIYANA HEVPAR LI VIR IN    Meral Daniş Beştaş jî got: "Ev dîmen û dorpêça polîsan komkujiyê rewa dike. Li welat li hemberî kurdan komkujiyek heye. Di nav we polîsan de jî provakator hene. Hûn bi hêza xwe bawer in, lê hêz diçe berxwedêr dimînin. Bila dengê dirûşmeya 'Ji bo jiyana hevar pêdivî bi nîjadperestiyê tune ye' bibihîsin. Deng hat me, we bi 'Allah û Ekber' girseyê tehrîk kr. Polîsên li vira divê ji bo xizmetê ji me re bikin li vir bin, ne ji bo provakatoriyê."