Dîmenên dema komkujiyê derketin holê 2021-07-31 19:42:23   KONYA - Dîmenên dema qetilkirina 7 ferdên malbata Dedeogûllari derketin holê.    Dîmenên qetilkirina 7 ferdên malbata Dedeogûllari ya ji Qersê ku li navçeya Meram a Konyaê hatin qetilkirin, derketin holê. Kujer, li hewşa malbata Dedeogûllari bi çekê ferdên malbatê kom kiriye û paşê 7 ferdên malbatê dikuje.    Parêzer Mavîş Aydin piştî hevdîtina bi Serdozgeriya Komarê ya Konyayê re, dîmenên temaşe kirin ragihandin Ajansa Mezopotamyayê. Aydin got: "Di çarçoveya lêpirsînê de qedên 3 kamerayan hatine girtin. Yek jê hatiye çareserkirin. Dudo jê mane. Di dîmenekê de 35-40 deqe qeydên kiryar hene. Li gor dîmenên kamerayekê tenê êrîşkarek heye. Ji ber ku kamerayên din nehatin vekolandin, tiştekî nabêjin.    Li gor dîmena hatiye vekolandin, kiryar saet li dor 17.50'î wesayîta xwe nêzî deriyê hewşa malê dike. Wê kêliyê tê dîtin keça biçûk a malê û xwişkek xwe, ji mala cîranê xwe tên. Gava kiryar wesayîta xwe nêzî derî dike, li ser pêya sohbetê dikin. Paşê kiryar dikeve hewşê. Kiryar û bav Yaşar Dedeogûllari, li ber hev du li ser sendelyeyê rûdinên. Wê kêliyê jinên malê jî li ser keviran rûdinên. 5 kes filan. Hinekî diaxivin. Ew hevdîtin bi qasî 20 deqeyî ye. Paşê kiryar dişînin. 18 deqe bi şûn de kiryar cardin tê. Gava tê, ferdên malbatê derî lê vedikin. Mêrik dikeve hundir û rûdinê. Di dest wî de kîsikek şîn heye û çeka xwe ji hundirê kîsik derdixe. Gava kiryar çekê diteqîne, keça biçûk xwe davêje ser wî, ji bo çekê ji dest wî derxe. Paşê jineke din jî xwe davêje ser kiryar, hewil didin çekê jê bistînin. Kiryar bi awayekî xwe xelas dike. Hebikekî dûr dikeve, paşê bera hemûyan dide."