'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin' 2021-07-31 20:41:01   ENQERE - Li Enqereyê tevî astengiyên polîsan jî, komkujiya nîjadperest hat şermezarkirin.    Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo komkujiya li navçeya Meram a Konyayê ya li hemberî malbata kurd şermezar bikin, li ber Şaredariya Çankayayê li hev kom bûn. Polîsan nehişt girse daxuyaniyê bide. Piştî vê girse ber bi avahiya HDP'a bajêr ve meşiya. Girseyê heya ber avahiya HDP'ê dirûşmeyên "Em ê bi ser bikevin" û "Dê dewleta kujer hesab bide" berz kirin.    Gava girse dirûşmeya "Dê dewleta kujer hesab bide" berz kir, polîsan bi gaza îsotan êrîş bir ser girseyê. Li ber avahiya partiyê polîsan cardin êrîş bir ser girseyê û nehiştin rojnamevan dîmenan bigirin.    LI NÛÇEGIHANÊ ME XISTIN   Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Delal Akyuz gava mudaxileyya polîsan qeyd dikir, polîsan hesibê gaza îsotan lê reşandî li ser wê xistin. Paşê wê li erdê dirêj kirin û dest danîn ser telefona wê. Polîsan wêneyên ku hatibûn girtin jê birin û Akyuzê berdan.