Berpirsê Heşdî Şabî: Tenê şengalî dikarin Şengalê biparêzin 2021-08-01 10:28:25 ŞENGAL - Berpirsê Heşdî Şabî Seyîd Mehmud komkujiya Êzidiyan nirxand û got: “Peymana di navbera   Iraq û Kurdistana Federe de hat îmzekirin, ne çareseriye. Kes bi PDK’ê bawer nake. Tenê şengalî dikarin Şengalê biparêzin.”  Di ser fermana 73’emîn a DAIŞ’ê li dijî Êzidiyên li Şengalê pêk anî re 7 sal derbas bûn. Di 3’yê Tebaxa 2014’an de li dijî war û welatê Êzidiyan Şengalê êrişek mezin pêk hat û di êrişî de bi hezaran Êzidî hatin qetilirin, bi hezaran jin û zarok hatin dîl girtin. Ji ber fermanê bi deh hezran Êzidî ketin ser rêyên penabertiyê. Bi hezaran jinên Êzidî yên hatin dîl girtin, ji aliyê DAIŞ’ê ve li bazara koleyan di serî de li Iraq û Sûriyeyê, li welatiyên cuda yên Rojhilata Navên hatin firotin. Li gel vê rewşa sosret jî gefa li dijî Şengalê dewam dike. Jin welatan, fermana 73’yemîn a li dijî Êzidiyan weke  “komkujiyê” nas kirin. Şengal îro jî dibin gefên Tirkiyeyê û hesabên siyasî yên hikumeta Herêma Federe ya Kurdistanê de ye. Dixwazin Şengalê cardin bikin qurbanê berjewendiyên xwe.   Komkujiya li Şengalê ket sala xwe ya 7’emîn. Êzidiyên Şengalê amadekariyên bîranîna qûrbaniyên Şengalê dikin. Di heman demê de bertekên li dijî peymana di navbera Iraq û hikumeta Herêma Kurdistanê de, di 9’ê Cotmeha 2020’an a li ser Şengalê hat qebûlkirin dewam dikin.   Berpirsê Heşdî Şabî yê Şengalê Seyîd Mehmûd, fermana 73’yemîn, hilweşandinên bi xwe re anîn, gefên heyî û rewşa dawî ya li Şengalê, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand û diyar kir ku di serî de Tirkiye, ger hêzên cuda êriş bikin, ew ê Şengalê biparêzin.    LI ŞENGALÊ HILWEŞANDINEK MEZIN   Seyîd Mehmûd ê yek ji navdarên baweriya şîa yê Şengalê ye, da zanîn ku armanca wan a bingehîn ew ku gelê Şengalê ligel hev bigirine. Mehmûd, anî ziman ku ew dixwazin xizmeta Êzidî, Misilman û gelên ji baweriyên cuda yên li Şengalê dijîn bikin û wiha axivî: “Li Şengalê hilweşandinek mezin hat kirin. Bi teybetî gelek birînên Êzidiyan çêbûn. Di heman demê de bedelek mezin dan û di saya vê de cardin Şengal azad kirin.”    DI PEYMANÊ DE GEL TUNE NE   Mehmud, dest nîşan kir ku rewşa di demên dawî de li Şengalê tê jiyîn, veguheriyek rewşek cuda û wiha got: “Hin hêz ji bo parastina herêmê dixwazin bên, lê ev weke pêşbirka deshilatdariyê tê nirxandin. Lê di rastiyê de gelê li Şengalê bi xwe dikare xwe bi rêve bibe. Li hemberî Şengalê peymanek hat îmzekirin, lê vîna Şengaliyan di vê peymanê de nehat esas girtin. Ne Kurd, ne Êzidî, ne Şîa û ne jî Sunnî têkilî vê peymanê kirin. Yek ji van li wê derê tune bûn.”   JI BEXDA BI EWLETIRE   Seyîd Mehmud ji bo peymana di 9’ê Cotmehê de hat îmzerkirin, ev nirxandin kir: “Ev peyman xizmeta gel nake. Ne peymaneke ku pirsgirêka Şengalê çareser bike. Herî zêde weke peymaneke siyasî tê dîtin. Her ku hilbijartinên li Iraqê nêz dibin, vê rewşê hîn zêdetir bi kar tînin. Li Şengalê, tu pirsgireke ewlekariyê nîne. Rewşa Şengalê ji ya Bexdayê bi ewletire. Pirsgirêka Şengalê ji derve de ye. Hêzên derve, dixwazin bi zorê xwe li ser vîna Şengalê ferz bikin. Şengal parçeyekê Iraqê ye û girêdayî bajarê Nînovayê ye. Gelo çi karê Tirkiyeyê li vê derê heye? Bi kîjan aqlî derbarê vir de biryarê digire? Ew nikarin derbarê gelê Şengalê de biryar bigirin. Ne tenê ew, tu dewletên derve de nikarin vê yekê bikin. Di bingeha Şengalê de tu pirsgirêk tuneye. Pirsgirêka serke partiyên siyasîne. Em Şîa aramiya Iraqê dixwazin. Ne rast ku em gel bixwapînin.”    ‘EMÊ LI DIJÎ TIRKIYÊ DERKEVIN’   Mehmûd, behsa rola Tirkiyeyê ya li herêmê kir û wiha pê de çû: “Beşdarbûna Tirkiyê ya karên hundirên ên Şengalê bêaqiliye. Rewşa Iraqê naşibe, rewşa Sûriyeyê. Emê li dijî her cure êrişan rawestin. Ger hinek rabin welatê me dagir bikin, em ê jî li dijî wan welatê xwe biparêzin û li hemberî wan rawestin. Iraq mîna berê nîne. Weke berî DAIŞ’ê û piştî DAIŞ’ê hat guhertin. DAIŞ li dijî mirovahiyê bû. Ger wê demê em hemû li dijî DAIŞ’ê derketina, niha nihek kesan heman helwest nîşan ne didan. Li Şengalê kî çi bike bila bike, wê nekarin encam bigirin.”    BAWERÎ BI PDK’Ê NE MA YE   Seyîd Mehmûd, rewşa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a li Şengalê jî nirxandin û wiha bi dawî kir: “Dema ku DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, PDK’ê nekarî bajêr biparêze. Baweriya şengaliyan bi PDK’ê nayê. Hemû Şengalî bi taybetî jî Êzidî bawer nakin ku hêzek ji derve were wan biparêze. Me berê baweriya xwe bi hêzên derve de anîn. Lê di encamê de, bi hezaran mirovên me hatin qetilkirin û revandin. Dema ku DAIŞ ket nava liv û tevgerê, ji gel re hat gotin ku ‘em li vê derêne û hûn di ewlekariyê de ne.’ Wê demê nêzî 12 hezar hêzên wan li Şengalê hebûn, lê gel bi derfetên xwe yên herî kêm Şengal parastin. Dema ku em li rewşê mêze dikin, ji Şengalê paşve vekişiyan. Li dijî DAIŞ’ê şer nekirin. Gel di nava lepên DAIŞ’ê de hiştin. Piştî vê tabloyê kes baweriya xwe bi PDK’ê nayîne. Em weke gel têra xwe hene.”   MA / Nazim Daştan