Li Egeyê bi pileya 5.7 erdhej çêbû 2021-08-01 10:46:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Serê sibe li peravên Derya Egeyê bi pileya 5.7 erdhej çêbû.     Li Derya Egeyê, di saetên şevê de, du erdhejên pêk hatin. Li gorî agahiyên di sîteya înternetê ya AFAD'ê de cih girtin, erdheja yekemîn li navçeya Datça ya Muglayê saet 22.57'an, 6.74 kîlometre kûr pêk hat. Erdheja duyemîn jî, saet 02.25'an, di kûrahiya 5.59 kîlomet re de, pêk hat.   AFAD'ê pileya erdhejê weke 5.5 aşkere kir. Çavdêrxaneya Kandilli ya Zanîngeha Boğaziçi û Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê jî, mezinahiya erdhejê weke 5.7 diyar kir.