Kujerê komkujiya nîjadperest 40 saet e ku nehatiye girtin 2021-08-01 11:05:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Mehmet Altûn ê li navçeya Meram a Konyayê ji malbata Dedeogûllari 7 kes qetil kirin, ligel ku bi ser bûyerê re 40 saet derbas bûn jî, hîna nehatiye girtin.    Kujer Mehmet Altûn li nvçeya Meram a Konyayê, Yaşar (65), Serap (36), Serpîl (32), Sîbel (30), Îpek, Metîn (45) û Bariş Dedeogûllari (35) yên bi çekê bi zorê di baxçeyê malê de kom kiribûn, qetil kirin. Kujer Altûn piştî qetilkirina 7 kesan, mal da bû ber agir û ji cihê bûyerê reviya bû.    40 SAET DERBAS BÛN, HÎNA NEHATIYE GIRTIN   Serdozgeriya Komarê ya Konyayê piştî komkujiya nijadperest dest bi lêpirsînê kir û ragihand ku 13 kesên ku navên wan nehat ragihandin, hatin binçavkirin. Ligel ku bi ser komkujiyê re 40 saet derbas bûn jî, kujer Altûn hîna nehatiye girtin.