Jinên Êzidî bûn berga pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê 2021-08-01 12:29:45   NAVENDA NÛÇEYAN -Jinên Êzidî bi boneya salvegera Komkujiya Şengalê, bûn berga Hejmara 19'emîn a pêveka Jinê ya Yanî Yaşamê.   19'emîn hejmara Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi berga "Birînên jinên Êzidî hîn nehatine pêçandin" hat weşandin. Di hejmara nû de jinan bal kişandine ser jinên Êzidî yên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin revandin, travmayên jiyan, bêdengiya cîhanê ya li dijî vê komkujiyê û aqubeta jinên Êzidî yên nayin zanîn. Her wiha di gotubêja bi Sebîha Sebrî ya ji TAJÊ hatiye kirin re de jî, behsa xweparastina jinên Êzidî yên li Şengalê ya piştî fermanê û rêxistinbûyina jinên Êzidî tê kirin.     Sernavên di hejmara 19'emîn de cih digirin wiha ne:   * Avakirina Êzidiyan a piştî fermana 74'an-Feleknas Uca   * Ji bo Seve Robat: Em dijîn an em tenê hilmê distînin? Sahar Eli   * 'Em ne jinên berî fermanê ne'/Gotubêja bi Berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî re: Gulcan Dereli   * Hêvî heye, ne ji xeyalên vala ji têkoşîna em di nav de dilivin dizanim! - Nûr Meç   * Têkoşînê mezin bike; Em ê femînîzm û sosyalîzmê ava bikin - Capire    * Em di grevê de ne û em kirê nadin! - Emina Deger   * Jinên Filîstînî yên di nava xizanî û têkoşînê de / Meşa Jinê ya Cîhanê MENA   * Yên Dişibe Me li Îranê Ked di nava Raperînê de! - Nebile Irmak Çetin