Nûçegihanê me û 5 kesên din hatin berdan 2021-08-01 18:35:49   STENBOL - Nûçegihanê me Muhammed Enes Sezgîn û yên li gel wî hatibûn binçavkirin hatin berdan.    Hêzên Ked, Aştî û Demorkasiyê yên Stenbolê duh li Taksîma Stenbolê qetilkirina 7 ferdên malbata Dedeogûllari ya kurd şeremzar kiribûn. Piştî daxuyaniyê li vir komek ciwan meş li dar xistibûn. Komek nijadperest êrişî meşê û rojnamevanan kiribûn. Nûçegihanê me Muhammed Enes Sezgîn jî bi êrişa nijadperestan re rûbirû mabû. Nûçegihanê me Sezgîn û xebatkarê Ozgur Gelecekê Taylan Oztaş û 4 ciwan ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin.    Piştî îfade dan Miduriyeta Polîsan a Stenbolê Sezgîn, Oztaş û her çar ciwan birin Edliyeya Çaglayanê û derxistin pêşberî dozger û dadger. Dozger xwest nûçegihanê me û her 5 kesên din werin girtin. Dadgeha CEzayê Sulhê ya Nobedar bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve Sezgîn û her 5 kesên din berda.