Qetilkirina malbata Dedeogûllari hat şermezarkirin 2021-08-01 19:12:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Riha, Mêrdîn û Dîlokê qetilkirina 7 ferdên malbata Dedeogûllari hat şermezarkirin.    Hêrsa li dijî qetilkirina 7 ferdên malbata Dedeogûllari berdewam dike. Li Riha, Mêrdîn û Dîlokê komkujî bi daxuyaniya hat şermezarkirin. Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Rihayê û Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Dîlokê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Nisêbîna Mêrdînê bi meş û daxuyaniyan komkujiya nijadperest şermezar kirin. Di daxuyaniya de bang hat kirin ku li dijî êrişên nijadperest hevgirtin hebe û divê kurd û hêzên demokrasiyê bi têkoşîna xwe destûr nedin êrişên bi vî rengî. Di axaftinan de hat gotin li dijî kurdan siyasetek qirêj tê birêvebirin.