96 kesên din jî ji ber koronayê mirin 2021-08-01 22:08:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber vîrûsa koronayê di 24 saetên dawî de 96 kesan jiyana xwe ji dest dan, 20 hezar û 890 pêketiyên nû jî hatin tespîtkirin.    Wezareta Tenduristiyê daneyên vîrûsa koronayê yên îro eşkere kir. Li gorî daxuyaniya Wez9aretê di 24 saetên dawî de 251 hezar 224 test hatine kirin, 20 hezar Û 890 pêketiyên nû hatine tespîtkirin. Her wiha îro 96 kesan jî ji ber vîrûsa koronayê (Covîd-19) jiyana xwe ji dest dan.    Li gorî tabloya Wezaretê 5 hezar û 539 kes jî ji koronayê baş bûne.