Serokê PADÊ’ê: Em ê Şengalê di binê her şert û mercî de biparêzin 2021-08-02 09:05:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê partiya êzidiyan PADÊ Emer Salih banga vegera Şengalê li êzidiyan kir got: “Şengal ji nûve ava bûye. Em ê Şengalê di her şert û merci de biparêzin.”  Di ser fermana 73’yan a DAIŞ’ê ku li dijî êzidiyên li Şengalê i 3’ê Tebaxa 2014’an de pêk anî 7 sal li pey xwe dihêle. Di fermanê de bi hezaran jin û zarokên êzidiyan hatin kuştin û revandin. Bi sed hezaran êzidî ji warên xwe koçber bûn. DAIŞ’ê jin û zarokên êzidî li bazarên koleyan ên Mûsil û Reqayê firotin. Gelê Şengalê piştî bajarê wan hat rizgarkirin dest bi avakirina jiyanek nû kir. Piştî Meclîsa Xweseriya Demokratîk Şengalê hat avakirin, bi hezaran êzidî vegeriyan cih û warên xwe.    Serokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Emer Salih têkildarî salvegera fermana 73’yan û gefên li ser Şengalê ji ajansa me Mezopotamya re axivî.    Salih diyar kir ku her hêza ku li Iraqê bû desthilatdar siyaseta Şengalê li ser "nebûna perwerdehiyê, nebûna rêxistinî û hêza îradeyê" ava kir. Salih destnîşan kir ku ji ber van polîtîkayan gelê Şengalê lawaz bûye û got: “Civaka êzidî ji aliyê hikûmetan ve di her warî de têne bikaranîn. Piştî êrîşa DAIŞ’ê li Şengalê her tişt guherî. Li Şengalê tiştek mîna berê nîne." Berxwedan û têkoşîna Şengalê bûye îrade.”    'XIYANETA PDK'Ê NAYÊ JÎBÎRKIRIN’    Emer Salih bi bîr xist ku bi hezaran êzidiyên ku li dijî fermanê li ber xwe dan, jiyana xwe ji dest dan û bedela parastina welatê xwe dan, civaka êzidî ji destê xiyanetê gelek êş kişandine. Salih diyar kir ku civaka êzidî wê rev û xiyaneta hêzên PDK'ê ya 3'ê Tebaxê ti carî ji bîr neke û got: "Êzidiyan ne ji hikûmeta navendî ya Iraqê û ne jî ji PDK'ê destek stendin. Yên ku dibêjin, 'Em ê xwedî li Şengalê derkevin û kes nikare nêzî Şengalê bibe’ destûr da ku komkujî pêk were û ew bêyî ku yek guleyek jî biteqîne reviya. Ger ew li kêleka êzidiyan şer bikirina wê DAIŞ nedikarî biketa Şengalê.”    Salih anî ziman ku PDK berdevkiya AKP'ê ye û di her firsendê de gefê li Şengalê dixwe û got: "Peymana Şengalê ya di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û rêveberiya Herêma Kurdistanê de hatiye îmzekirin, parçeyek ji vê ye ku dixwazin bi vê peymanê Şengalê dîsa tê valakirin.”   VEGERA ŞENGALÊ TÊ ASTENGKIRIN    Salih destnîşan kir ku yên di fermana 73'yan de negihiştin armanca xwe îro hewl didin Şengalê bi dest bixin û got: “Eger Şengal bê wêrankirin, êziditî jî wê ji holê rabe. Yên ku li Şengalê xiyanetê kirin naxwazin êzidî vegerin warên xwe. Dixwazin Şengalê tevlîhev bikin û planên nû bixin dewrê. Xetereya DAIŞ’ê ya li ser Şengalê dewam dike.”    MECLÎSA XWESER HAT AVAKIRIN   Emer Salih bal kişand ser girîngiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk û Asayişa Êzidxanê ku li Şengalê hatiye damezrandin û wiha got: “Hem nîzama giştî hem jî meclîs di serdemek mirin-mirinê de hat avakirin. Weke partî em jî beşdarî vê pêvajoyê bûn. Ev hemû ji bo pêşîlêgirtina fermanên nû bû. Piştî me rêxistina xwe mîsoger kir, planên li ser Şengalê pûç bûn. Ger ev sazî nebûna, dê Şengal bêparastin bûya û jiyan ava nebûye. Meclîs li dijî planên qirêj rawestiya û ew pûç kir.”    BANGA VEGERA LI ŞENGALÊ    Serokê PADÊ Salih destnîşan kir ku ew ê Şengalê di binê her şert û mercî de biparêzin û got: “Ger niyeta baş a PDK’ê hebûya, wê vîna siyasî ya li vir nas bikira. Em ne li dijî tu pêkhateke siyasî ne. Lê belê, em ti carî destûrê nadin ku Şengal radestî Tirkiye an hêzên din bê kirin. Dixwazin pêşî li avakirina Şengalê bigirin. Ji ber vê yekê ew vegera êzidiyan asteng dikin. Hemwelatiyên me yên ku di wargehên cihêreng de dimînin, divê êdî vegerin ser axa xwe ya pîroz. Heta niha ji sedî 20-30’yê êzidiyan vegeriyane. Jiyana li Şengalê ji ya sala 2014 çêtir e. Em ê jî hewl bidin ku êzidî vegerin ser axa xwe ya pîroz.”    MA / Mujdat Can