Turkdogan: Divê Tirkiye bi nexweşiya nîjadperestiyê re hevrû bibe 2021-08-02 10:59:00   KONYA - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku sedema komkujiya Konyayê nefreteke nîjadperest heye û ev tişt got: "Divê Tirkiye teqez bi nexweşiya nîjadperestî û gotinan nefretê re hevrû bibe."   Heyeteke ku ji nûnerên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) pêk dihat, serdana şîna malbata Dedeogûllari ku nîjadperestên tirk li navçeya Meramê ya Konyayê 7 ferdên wê qetil kiribûn, kir. Heyetê piştî serdana şînê bi xizmên malbatê û parêzerên malbatê re jî hevdîtin kirin.  Heyet wê piştre têkildarî hevdîtin û çavdêriyên xwe raporek amade bike û bi raya giştî re parve bike. ÎHD, OHD û KESK çavdêriyên xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegotin.    LI DIJÎ ÊRIŞAN TÊKOŞÎNA HEVPAR    Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, bi bîr xist ku di demên dawîn de êrişên nîjadperest zêde bûne û wiha got: "Berpirsyariya Komkujiya Konyayê ya hikûmet û Miduriyeta Polisan a Konyayê ye. Polîtîkayên bêcezahiştinê wêrekî dide êrişkaran. Ji ber gotinên cihêkariyê yên siyasetê êrişên nîjadperest pêk tên. Li dijî vî zimanê divê gelên Tirkiyeyê têkoşîneke hevpar bi pêş bixin. Em li bajar lêkolînan bikin û piştre raporek amade bikin û bi raya giştî re parve bikin. Hêvî dikim ku desthilat dersek ji van derbixe û ji zimanê nîjadperest û pevçûnê dûr bikeve. Divê demildest êrişkar û hêzên li pişt êrişkar jî derkevin holê û bên cezakirin.    NEXWEŞIYA NÎJADPERESTIYÊ   Hevserokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku li şînê gotina, 'heke ev malbat ne kurdbûna, tiştek wiha nedihat serê wan' gelek bihîstine û wiha got: "Nîqaşên nelihevkirinê hatin kirin lê mixabin li pişt vê komkujiyê nexweşiya nefreteke nîjadperest heye. Bêguman ev rewş gelek xemnak e. Divê Tirkiye teqez bi nexweşiya nîjadperestî û gotinan nefretê re hevrû bibe. Ev bi gotinên ji bo veşartina rastiyê ya rayedaran nabe. Pirsgirêkek heye, bi serdeçûnê û hevrûbûnê ev pirsgirêk dikare bê çareserkirin. Heke bergirî bihata girtin ev komkujî çênedibû. Binêrin îro herkes tê şînê lê xwezî ev hestiyarî beriya komkujiyê hebûna. Gotinên "nelihevkirinê" yên rayedarên desthilatê bi kêrî berdewa êrişên nîjadperestiyê tê. Mirov destpêkê lêborîn dixwaze. Gere bibêjin, 'Me malbatek neparast'. Lê ev tune ye. Êdî kes ji vê hewlesta rayedaran bawer nake."   OHD: RÊZNEGIRTINA MIRIYAN    Endamê OHD'ê Parêzer Abdûllah Bişaroglû jî destnîşan kir ku komkujî ji rastiya xwe tê dûrxistin û ev tişt anîn ziman: "Komkujiyeke ku bi gotinên nîjadperestiyê pêk hatiye hewl tê dayîn ku weke bûyereke edlî bê nîşandan. Di çapemeniyê weke pirsgirêkeke li ser pisîkê hat nîşandan û bêrêzî li miriyan hat kirin. Bi awayekî hovane gule hatiye reşandin û piştre gule berî serê tevan daye û agir berî malê daye. Dîmenê vê yekê jî heye. Piştî komkujiyê xizmên malbatê nêzî malê nekirine û êrişî wan kirine. Ne polis ketine hundir ne jî destûr dane ku kes bikeve hundir. Belim sebebeke zêdebûna hejmara miriyan jî ev be. Ambûlans dereng hatiye. Dozger jî piştî ambûlansê hatiye. Em vê derbarê de raporek amade bikin û pêvajoyê bişopînin. Ji ber ku ev desthilat ji şer û çekê xwedî dibe, ev bûyer jî encama zimanê nefretê yê desthilatê ye."