7 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin 2021-08-02 12:44:00   COLEMÊRG - 7 kesên ku li Geverê piştî teqîna li dijî maşîneya zirxî hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin.    Di 27'ê tîrmehê de li navçeya Geverê ya Colemêrgê, dema derbasbûna maşîneyeke zirxî ya leşkerî teqîn çêbûbû û piştî vê teqînê 7 kes ji aliyê cendirmeyan ve hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên wan ên li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê sewqî edliyeyê hatin kirin.    Roja ku teqîn çêbûbû şivanên bi navê Levent Dere û Harûn Ortaş hatibûn binçavkirin û dema binçavkirina wan 4 rojan dirêj bûbû. Davût Saritaş û Abbas û Kirmizitaş ku li gundê Mûşan hatibûn binçavkirin jî diyar kiribûn ku tevahiya rojê îşkence û memeleya xerab li wan hatiye kirin. Dîsa di çarçoveya heman lêpirsînê de Rifat Ekîcî, Menderest Ekîcî û Memdûh Akbaş jî di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin.