Li Wanê dema binçavkirinê ya 9 kesan 4 rojan hat dirêjkirin 2021-08-02 13:37:08   WAN - Li Wanê, dema binçavkirinê ya 9 kesên ku piştî çalakiya şermezarkirina êrişa nîjadperest a li dijî malbata Dedeogûllari hatibûn binçavkirin ji bo 4 rojan hat dirêjkirin.    Dema binçavkirinê ya Endama Meclisa Partiyê (PM) ya HDP'ê Hazal Karabey jî di nav de 9 kesên ku piştî çalakiya şermezarkirina êrişa nîjadperest a li dijî malbata Dedeogûllari, li Wanê hatibûn binçavkirin, ji bo 4 rojan hat dirêjkirin. Her neh kesan jî diyar kir ku binçavkirina wan nehiqûqî ye û bi armanca şermezarkirinê biryar dan ku dema binçavkirina xwe xwarin naxwin. Hat diyarkirin ku Dîlovan Dûrû ya di bin çavan de jî ji ber ku êşiyaye duh wê rakirina nexweşxaneyê.    Navê kesên hatine binaçvkirin û li Miduriyeta Polisan a Wanê tên ragirtin wiha ne: Mesût Bor, Hazal Karabey, Ferat Azan, Arjîn Tûncer, Çetîn Temel, Rojhat Dûman, Rojîn Varhan, Nûrûllah Pekbay û Dîlovan Dûrû.