Temellî: Li karesatên xwezayî, karesatek siyasî zêde bû 2021-08-02 13:45:34   WAN - Wekîlê HDP’ê Sezaî Temellî, diyar kir ku desthilatdarî li Elbakê, li herêmên ku lehî lê rabûn li dû şowê ye û got : “Li karesatên xwezayî, karesatek siyasî zêde bû.”   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê, têkildarî lehiya li Gundê Xaşkan a girêdayî navçeya Elbakê rabû, li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê lidar xist. Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Sezaî Temellî, Muazzez Orhan û Hevserokê HDP’ê yê Wanê Fîkret Dogan beşdarî civînê bûn.    BILA WEKE HERÊMA KARESATÊ BÊ ÎLANKIRIN   Mûazzez Orhan a HDP’î, di civînê de axivî û xwest herêmên lehî lê rabûn weke herêmên karesatê bên îlankirin.    KRIZA AVHEWAYÊ    Dûre parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî, axivî û diyar kir ku li pişt hemû karesatên rû didin, krîza avhewayê heye. Temellî, da zanîn ku li tevahiya cîhanê karesat hene, lê yek ji wan jî ne weke yên li Tirkiyeyê mezin û zirarê didine. Temellî, anî ziman ku desthilatdarî li şûna ku pêdiviyên mirovan pêşwazî bike, li dû şowê ye û wiha got: “Li karesatên xwezayî, karesatek siyasî zêde bû. AKP û MHP wekî karesatek siyasî bi ser welat de ketine. Em hem bi karesatên siyasî û hem jî bi karesatên xwezayî re mijûl dibin. Li herêmê karesatek mezin rû da ye û rewşek giran tê jiyîn. Divê ekîbên tenduristiyê bi lezgînî bên vê derê, alîkariya xurekê bê kirin û pêdiviyên welatiyan ên lê mayînê bên temînkirin. Lê li şûna vê yekê bikin li dû şowê ne.”   ‘DIVÊ BIRÎNÊN GEL BÊN PÊÇANDIN’   Hevserokê HDP’ê yê Wanê Fikret Dogan jî, got di encama lêkolînên ku wan li Xaşkanê kirin de, di encama herikîbûna avê ya di kanalek ku 3 sal berê hatiye çêkirin de lehî rabû. Dogan, da zanîn ku divê tavilê birînên gel bên pêçandin.