Li Geverê operasyona leşkerî 2021-08-02 14:34:15   COLEMÊRG - Operasyona eskerî ya li gundên Tilorana Binî û Tilorana Serî yên girêdayî navçeya Geverê hatibû destpêkirin dewam dike. Hat diyarkirin ku ketin û derketina gundên li herêmê hatine girtin.   Li herêma gundên Tilorana Binî û Tilorana Serî yên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê, duh şev dest bi operasyona leşkerî hat kirin. Operasyon tevahiya şevê dewam kir. Hat diyarkirin ku sewqiyeta leşkerî ji bo herêmê hatiye kirin. Li nêzî Çiyayê Sipêrêz jî, di saetên serê sibê de, dengên çek û topan hatine bihîstin.    Hat destnîşan kirin ku operasyona leşkerî ya herêmê dewam dike, ketin û derketina gundên li herêmê hatine girtin.