Li Elbakê dîsa lehî rabû 2021-08-02 16:36:35   WAN - Li Wan û Colemêrgê, ji ber barana zêde, lehî rabû. Li navçeya Elbakê, bi dehan xanî û kargeh ji ber lehiyê zirar dîtin.    Li Colemêrg û Wanê, ji ber barana zêde, li gelek cihan lehî rabû. Di karesata lehiyê de zirarek mezin a madî çêbû. Li gel gund û taxan jiyana rawestiya. Piştî barana zêde, navenda navçeya Elbakê ji nişka ve teslîmî lehiyê bû. Esnafan dikandarên xwe terk kirin, gelek mal û kargeh dibin avê de man. Ji ber lehiyê gelek wesayîtên ku li kêleka rê diman zirar dîtin û dest xebatên valekirina avê hatin kirin.   Di heman demê de ji ber lehiyê rêya di navbera Wan û Colemêrgê de hat girtin. Dîsa li gelek taxên girêdayî navçeyên Ebex, Saray, Qelqelî û Rêya Armûşê lehî rabû.