Siyasetmedarê kurd Kilinç jiyana xwe ji dest da 2021-08-02 16:36:58   RIHA - Hevserokê berê yê DBP'ê yê Navçeya Bêrecûkê Ahmet Kilinç jiyana xwe ji dest da.    Hevserokê berê yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ê Navçeya Bêrecûkê ya Rihayê Ahmet Kilinç jiyana xwe ji dest da. Kilinç, piştî ku di sala 2016'an de hatibû girtin li girtîgehê gelek nexweşî lê peyda bûbûn û di sala 2018'an de ji ber nexweşiyên xwe hatibû berdan. Kilinç ku 3 sal in tedawî didît îro jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kilinç li gundê Tibil ê Bêrecûkê hat veşartin.