15 HDP'iyên hatibûn binçavkirin hatin berdan 2021-08-02 21:14:32   STENBOL – 15 rêvebir û endamên HDP'ê yên HDP'a Sûltangaziyê ku gava ji bo tevli hevdîtina gel a li Esenyûrtê bibin ketin rê û hatin binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    15 rêvebir û endamên HDP'ê yên HDP'a Sûltangaziyê ku gava ji bo tevli hevdîtina gel a di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'î ne, li her derî ne" xwestin biçin Qada Esenyûrtê hatibûn binçavkirin. HDP'iyên li Qereqola Gaziyê îfadeya wan hat girtin, sewqî Edliyeya Gazîosmanpaşayê hatin kirin.    Dozgerî bi daxwaza girtinê HDP'î sewqî Dadgeeriya Ceza ya Sulhê kirin. Dadgeriyê bi şertê kontrola edlî her 15 kes berdan.