22 hezar û 898 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin 2021-08-02 21:17:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 24 saetên dawî de 91 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û 22 hezar û 898 kes pê ketin.    Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê yên derbarê Covîd-19'ê de, di 24 saetên dawî de 270 hezar û 476 test hatine kirin û 22 hezar û 898 kes bi Covîd-19'ê ketine. Hat diyarkirin ku 91 kes jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane.    Li gor daneyan, 5 hezar û 947 kes jî baş bûne.