Bi çalakiya rûniştinê êrîşên nîjadperest şermezar kirin 2021-08-02 21:28:21   AMED - KCD, DBP, TJA û HDP êrîşên nîjadperest bi çalakiya rûniştinê şermezar kirin.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo êrîşa nîjadperest a li Konyayê şermezar bikin, li ber avahiya HDP'ê ya Rezanê xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê, lê polîsan nehişt. Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn, rêvebirên navçe û bajêr û gelek aktivîstên TJA'yê li têketina avahiyê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.    ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ    Bi sedan polîs û bi dehan wesayîtên zirxî dora avahiya navçeyê dorpêç kirin. Piştî ku polîsan nehişt daxuyanî bê dayîn, girseyê bi saetan çalakiya rûniştinê li dar xist. Girseyê di dema çalakiyê de bi çepik û tilîliyyan rewşa heyî şermezar kir.    PIştî çalakiya rûniştinê girse belav bû.