Ferît Şenyaşar: Wê yan mirin an edalet me ji vir veqetîne 2021-08-03 16:30:29   RIHA - Ferît Şenyaşar, di serdana Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Xelfetiyê de wiha got: “Wê yan mirin an edalet me ji vir veqetîne. Em wekî din ji vir naçin.”   Çalakiya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 248'an de berdewam dike. Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Xelfetiyê, ligel hewaya germ jî serdana malbata Şenyaşar kir. Malbatê, şandeya HDP'ê bi dowizên “Ji bo herkesê edalet” û “Em tenê edaletê dixwazin” pêşwazî kir.    Dayik Emîne Şenyaşar, derbarê tekoşîna xwe û şahidiya xwe ya komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê pêk hat de şande agahdar kir. Hevserokê HDP’ê yê Xelfetiyê Abdurrahman Çîftçî jî di serdanê de axivî û wiha got: “Ev komkujî li pêş çavên herkesê pêk hat lê faîl serbest digerin. Ev jî bingeha heman sucan ava dike. Em sekna bi rûmet a malbata Şenyaşar bi rêzdarî pêşwazî dikin û em ê heta dawiyê bi wan re bin. Em jî dibêjin edalet, heta ku edalet pêk were jî tişta ji destê me were em ê bikin.”   AN MIRIN AN EDALET   Ferît Şenyaşar ê ji êrişê birîndar xelasbû jî wiha axivî: “Em di şertên zor de li pêş avahiya Edliyeya Rihayê têkoşîna edaletê didin. Di vê têkoşînê de tişta me li ser piyan dihêle piştevanî ye. Em spasiya şandeya HDP’a Xelfetiyê dikin. Em bi piştevaniyê têkoşînê didomînin. Heta ku heq cihê xwe nebîne jî em ê ji vir naçin. Dema heq cihê xwe dît em biçin mala xwe jiyana xwe bidomînin. Em wekî din ji vir naçin. An mirin an jî edalet wê me ji vir veqetîne.”   Şandeyê piştî ku bi malbatê re demekê nobet girt ji pêş edliyeyê veqetiya.