Ozûgûrlû: Navnîşana nû ya DYA'yê Asya Pasifîk e 2021-08-04 09:01:03 STENBOL - Pisporê Rojhilata Navîn Mûsa Ozûgûrlû, anî ziman ku navnîşan nû ya DYA ku biryara derketina ji welatên Rojhilata Navîn girtiye, herêma Asya Pasifîkê ye û li Pasifîkê di navbera Çîn û DYA'yê de reqabeteke mezin heye.  Piştî ku DYA ji Afxanîstanê derket, bi Serokwezîrê Iraqê Kazimî re jî peyman îmze kir ku dê misyonên xwe yên şer ên eskerî derxînin. Her wiha DYA, li Erebîstana Siûdî, Quweyt û Urdunê jî hêza xwe ya hewayî derxistibû.    Pisporê Rojhilata Navîn Mûsa Ozûgûrlû, armanca DYA'yê ya ku hêzên xwe ji Rojhilata Navîn derdixe, nirxandin û destnîşan kir ku navnîşana nû ya DYA'yê herêma Asya Pasifîkê ye.   LI PASIFÎKÊ ŞERÊ SERWERÎBÛNÊ    Ozogûrlû, anî ziman ku DYA ji dema Barack Obama ve hewl dide berê qada xwe ya têkoşînê bide herêma Asya Pasifîkê. Ozûgûrlû, destnîşan kir ku Asya Pasifîk ji bo aboriya cîhanê herêmeke di asta hêza motorî de ye û li vir di navbera DYA û Çînê de reqabeteke mezin heye.    Ozûgûrlû, bi lêv kir ku Çîn ji bo DYA'yyê hêzeke talûke ye û li wê herêmê şerê serwerîbûnê heye. Ozûgûrlû got: "Lewma DYA, ji dema Obama ve hewl dide berê xwe bide vê derê."    Ozûgûrlû, diyar kir ku ev hewldana ku di dema Obama de dest pê kiriye, di dema Trump de jî dewam kiriye û got: "Lê Trump, meseleyê wekî şerekî di bin banê Çîn û Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê de dît. Em biryarên wî yên derbarê dîwarên gumrukê de bînin bîra xwe. Lê li holê meseleyeke hîn mezintir, hîn stratejîktir heye. Meseleyeke komplîke ku seranserê herêmeke mezin eleqedar dike."    Ozûgûrlû, destnîşan kir ku di serdema Biden de jî feraseta Obama esas hatiye girtin û DYA wisa difikire ku li Rojhilata Navîn hin kevir bi keys kirine û hin kevir jî bi keys nekirine û bi vî awayî dixwaze herêmê pasîfîze bike. Ozûgûrlû, diyar kir ku ji ber vê yekê DYA, ji hin deverên ku wisa difikire dê tu mifha wan ji bo wê tune be vedikişe û ji bo di têkoşîna global de paya şêr bi dest bixe, berê xwe daye herêma Asya Pasifîkê.    Ozûgûrlû, diyar kir ku biryarên vekişîna ji Rojhilata Navîn ên DYA'yê ne ne biryarine ji binî de ne. Ozûgûrlû, anî ziman ku DYA, tenê ji deverên ku wisa difikire dê di pêşerojê de mifha wan ji bo wê tune be, vedikişe.    TEVKARIYA BI KURDAN RE    Ozûgûrlû, destnîşan kir ku bi vî awayî hêza DYA'yê qels nabe û got: "Binkeya EL Udeid li wir e. Hêzeke pir mezin e. Her wiha têkiliyê wê yên bi herêma Rojavayê re, nîşan dide ku li gor Iraqê tevkariyeke berdartir e. Dê di pêşerojê de DYA dev ji vê berde yan na, nizanim. Lê li gor polîtîkaya wê ya ku heya niha pêk tîne, dê dev jê bernede."    Ozûgûrlû, îhtimala ku dê DYA ji Sûriyeyê û bi taybetî ji herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişe jî nirxand û got: "Bi ya min DYA, naxwaze devereke wekî Sûriyeyê vala bihêle. Ji lewre dizane gava derkeve dê Rûsya hem derbarê kurdan hem jî derbarê Sûriyeyê de polîtîkayeke kartêker pêk bîne. Lewma dê DYA, tiştekî wisa bi dest Rûsyayê de bernede."    MA / Îdrîs Sayilgan