300 penaberên di TIR’ê de hatin girtin dê werin dersînorkirin 2021-08-04 12:11:25   WAN - 300 penaberên ku li navçeya Ebexê di TIR’ê de hatin girtin, dê werin dersînorkirin.    Li navçeya Ebexê ya Wanê, jin û zarok jî di nav de di TIR’ekê de 264 penaberên Afganîstanê, 30 penaberên Pakîstanê û 6 penaber Îranê hat girtin. Hat diyarkirin ku penaber di qaseya girtî ya TIR’ê de bi saetan hatine rawestandin û ji bêhewayî û birçîbûnê gelek ji wan aciz bûne. Hat hînbûn ku ajokarê TIR’ê MA û M.D., E.S û M.S. hatine binçavkirin.    Hat diyarkirin ku penaberên birin Navenda Paşve Vegerandinê ya Wanê dê werin dersînorkirin