Temellî: Bi diwarên sînor tê xwestin ku herêm ji mirovan bên xalîkirin 2021-08-04 16:03:45   WAN - Parlamenterê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku bi xendekên ku li sînorê îranê hatine vedan erdên gel hatine desteserkirin û tê xwestin ku herêm ji mirovan bê xalîkirin.    Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Wanê, bi heyetekê çûn  serdana gundên Xerasork û Awzerk ên navçeya Seravê ku rêyên derbasbûna penaberan in û gundê Axrux ê navçeya Qelqeliyê û li her sê gundan lekolînan kirin. Di heyetê de Parlamenterê HDP'ê yê Bajar Sezaî Temellî, Hevserokê HDP'ê yê Bajar Handan Karakoyûn û rêveberên HDP'ê cih girtin. Heyetê destpêkê serdana gundê Xerasorkê kir. Parlamenter Sezaî Temellî, li vir axaftinek kir û bertek nîşanî lêkirina dîwar û vedana xendekên li ser sînorê di navbera rojhilat û bakurê Kurdistanê de da.   DÎWARÊ SÎNORÊ   Sezaî Temellî, têkildarî lêkirina dîwar ji gel agahî girt û diyar kir ku bi lêkirina dîwar û vedana xendekan tê xwestin ku herêm ji mirovan bê xalîkirin û wiha got: "Bi pêkanînên li ser sînor ên desthilatê ewlehiya welatiyan tê tunekirin. Mafên gel ên debarê tên tunekirin. Li seranserê sînor îşkence li mirovan tê kirin. Li vir êdî mirov nikarin çandinî û sewalkariyê bikin. bi lêkirina dîwar û vedana xendekan hewl tê dayîn sînor veguhere baregeha leşkerî. Bi hinceta ewlehiyê qadên çandinî û sewalkariyê hatine desteserkirin û cerdevanî li welatiyan tê ferzkirin. Bi vê polîtîkayên mirovan tînin dijberî hev. Li vir pirsgirêkeke din jî ya penaberan e. Mafê penaberan tune tê hesibandin. Desthilat li vir di ser penaberan de ji xwe re ranta siyasî pêk tîne. Niha bi zanebûn sînor ji penaberan re hatine vekirin. Dixwazin hêza xwe ya leşkerî bazar bikin."   Penaber    Heyet piştî serdana gundê Xerasorkê derbasî gundê Awzerkê bû û bi gundiyan re hat gelhev û pirsgirêkan guhdar kir. Gundiyan, destnîşan kir ku rayedar çavê xwe ji derbasbûna penaberan re digirin û pêşniyar kirin ku ev bikeve rojeva meclisê. Gundiyan, da zanîn ku nikarin sewalên xwe li çêrgehên ku çavkaniya debara wan in biçirînin û gotin ku rojê 200 penaber derbasî gundê wan dibin. Gundiyan, êrişên leşkeran ên ji ber bazirganiya ser sînor ên li dijî xwe bi bîr xistin û gotin ku ew tu wateyê nadin paşguhkirina derbasbûna penaberan.    ERDAN DESTESER KIRINE   Herî dawî heyeta HDP'ê derbasî gundê Axrux ê Qelqeliyê bû û lêkolînên xwe berdewam kir. Temellî, li vir jî bi gundiyan hat gelhev û axaftinek kir. Temellî, diyar kir ku ji ber polîtîkayên ewlehiyê gundî nikarin xwe bigihînin erdên xwe yên çandiniyê û wiha got: "Bazirganiya sînor bi temamî bi dawî bûye. Li herêmê bi awayekî micid pirsgirêka debarê heye. Mirovên herêmê têra xwe hatine mexdûrkirin. Bi lêkirina dîwar û vedana xendekan erdên welatiyan hatine desteserkirin. Li erdên hatine desteserkirin çandinî nayê kirin. Li herêmê polîtîkayeke tundiyê ya micid tê pêkanîn. Li herêmê bi dehan welatî hatin qetilkirin. Di vê mijarê de lêpirsînên baş jî nehatin kirin. Îşkence jî asteke din e. Mirov bi diltirsiyeke mezin jiyana xwe didomînin."   Heyet, piştî daxuyaniyê ji herêmê veqetiya.