HDK bi pêkhateyên kongreyê yên nûnerên jin re hat gelhev 2021-08-04 16:19:33   ÎZMÎR - Hevberdevka HDK'ê Esengul Demir, bi nûnerên jin ên pêkhateyên kongreyê re hat gelhev. Di hevdîtinê de li ser nexşerêya ku were şopandin hat rawestandin û dan û stendina fikir û ramanê hat kirin.       Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demir û Parlamenterê HDP'ê Îzmîrê Mûrat Çepnî, bi heyetekê wê li Îzmîrê du rojan serdanan bikin. Di vê çarçoveyê de Demîr bi nûnerên jin ên hevparên kongreyê re hat gelhev. HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD), Tevgera Jinên Azad (TJA) û nûnerên Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Hukumxwar û Girtiyan a Egeyê (EGE-TUHAYDER) beşdarî hevdîtina li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat kirin bûn.    Di hevdîtinê de li ser mijara piştevaniya jinê, girîngiya rêxistinbûyinê hat sekinandin. Di hevdîtinê de li ser nexşerêya ku were şopandin hat rawestandin û dan û stendina fikir û ramanê hat kirin.     Her wiha di çarçoveya serdanan de dê saet di 18.00'an de li navçeya Torbaliyê bi karkerên cotkariyê re hevdîtinek bê kirin û piştre saet di 20.00'an de dê bi gel re jî hevdîtinek bê kirin.