Êrîşên ser rojnamevanan hatin şermezarkirin 2021-08-04 16:56:50 STENBOL - Kedkarên çapemeniya azad, giliya êrişên polisan ên li dijî xwe kirin û bi lêv kirin ku dest ji nivîsîna rastiyan bernadin.   Kedkarên çapemeniya azad, ji bo îşkenceya polîsan a li ser rojnamevanan şermezar bikin çûn Edliyeya Stenbolê û gilîya polisan kirin. Piştî gilîkirinê gelek rojnamevan û parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû ji bo daxuyaniyê bidin derbasî Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bûn. Li eywana ku lê daxuyanî hat xwendin pankarta “Em ê dest ji nivîsîna rastiyan bernedin” hat daliqandin.   SEZGÎN: DESTJÊBERDAN NÎNE   Nûçegihanê me Muhammed Enes Sezgîn ê dema şermezarkirina komkujiya Konyayê ya li Tunela Taksîmê komeke nijadperest êrişî wî kiribû serpêhatiya xwe vegot. Sezgîn, da zanîn ku di pêvajoya binçavkirinê de polîsan îşkence û heqaret li wan kirine û gef li wan xwarine. Sezgîn, anî ziman ku ev polîtîkayeke dewletê ya bi zanebûne. Sezgîn, bal kişand ku bi îşkence û lêpirsînan dixwazin çapemeniya azad bêdeng biklin û bi lêv kir ku ligel hemû zextan dest ji nivîsînê bernadin.”   Dû re parêzerê rojnamevanan Sercan Korkmaz tiştên qewimîn vegot û diyar kir ku wê şopdarên pêvajoyê bin.    PÎROGLÛ: JI BO PARASTINA DESTHILATÊ…   Parlementer Pîroglû jî êrişên polîsan ên li ser rojnamevanan şermezar kirin û diyar kir ku êriş organîzekirîne. Pîroglû, bi lêv kir ku ji bo AKP xwe biparêze şîrketên medya sereke yên nêzîkî xwe dibîne bi kirînê girtin bin kontrola xwe. Pîroglû, da zanîn ku wê li cem kedkarên çapemeniya azad bin û destnîşan kir ku wê heqîqet tu car neyên veşartin.    'LIGEL HEMÛ ZEXTAN EM LI SER KARÊ XWE NE'   Nûçegihana Sendîka.orgê Ceylan Bûlût a li ser navê kedkarên çapemeniyê daxuyanî da, îşkence kirin û binçav kirina rojnamevanan derveyî mirovahiyê pênase kir. Bûlût, anî ziman ku ji bo rojnamevanan bêdeng bikin û binpêkirinên mafan ên tên qewimîn ji raya giştî re ne ragihînin hêzên dewletê hemû amûrên zextan bikartînin û wiha got: “38 kedkarên çapemeniyê ji ber rojnamevantî kirin hatin girtin. Em careke din bang li darazê dikin, hempîşeyên me yên girtî demildest berdin. Em ê nivîsîna rastiyan û ragihandina wan a gel bidomînin. Ligel hemû zext, gef, tundî, binçavkirin û girtinan em ê li ser karê xwe bin. Em ê mafê gel ê nûçe girtinê heta dawiyê biparêzin, em destûr nadin ku rojnamevantî were krîmînalîzekirin.”