Li Bazîdê meş: Muxatab Ocalan, navnîşa Îmralî ye 2021-08-04 18:38:24     AGIRÎ - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir, di çareserkirina pirsgirêka kurdî de îşaret bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û got: "Heger dilê we û çareserkirina pirsgirêkê hebe, muxatab Birêz Ocalan û navnîşan Îmralî ye."    HDP, MEBYA-DER û MED TÛHAD-FED xwestin li navçeya Bazîd a Agiriyê hevdîtinê bi gel re bikin, lê destûr nehat dayîn. Hevserokê Giştî yç Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Cîgirê Hevserokatiya Giştî Tayyîp Temel û parlementerên bajêr ku ji bo hevdîtinê hatin navçeyê, ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin. Bayindir û heyeta pê re, li têketina navçeyê heya ber avahiya HDP'a navçeyê bi girseyî meşian. Di dema meşê de dirûşmeya "HDP gel e, gel li vir e" hat berzkirin."    Bayindir bertek nîşanî astengkirina hevdîtinê da û got: "Destûrê bidin jî nedin jî em ê li cem gelê xwe bin. Kes nikare me û gelê me ji hev qut bike." Bayindir, destnîşan kir ku tifaqa AKP-MHP'ê gelê kurd pir êşandiye û got: "Ev îqtidar li ser asasê tunekirina kurdan hatiye avakirin. Di deh salên dawî de tu tişt neman neanîn serê kurdan. Lê kurd jî li hemberî vê li ber xwe didin û têdikoşin. Ji xeynî tunekirin, asîmlekirin û êrîşan tu planeke vê îqtidarê tune ye" û bi vî awayî bal kişand sr êrîşa li Îzmîrê û kuştina Denîz Poyrazê û komkujiya nîjadperest a li Konyayê.    Bayindir, destnîşan kir ku dê AKP-MHP bi berxwedana gelê kurd têk bişikên.    NAVNÎŞAN ÎMRALÎ YE   Bayindir, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got: "Îqtidar dixwaze siyaseta xwe li ser rejîma tecrîdê ava bike. Bi milyonan mirov anîn ziman ku vîna wan Birêz Ocalan e. Heger dilê we û çareserkirina pirsgirêkê hebe, muxatab û navnîşan diyar e. Muxatab Birêz Ocalan û navnîşan Îmralî ye. Em bang li hemû partiyên siyasî dikin; hûn li ku bin bibin, çareserkirina vê pirsgirêkê û muxatabê wê diyar e. Helwesta gelê me û navnîşana nîşan de ye Îmralî ye."    ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE'    Bayindir bal kişand ser doza derbarê girtina HDP'ê de û got: "Ev partî bi milyonan kesî hat avakirin. Hêz û quweta we têra girtina wê nake. Dê ev sedsal bibe sedsala kurdan. Dê têkoşîna kurdan vê sedsalê diyar bike. Dem dema azadiyê e. HEr kes divê mal bi mal, kuçe bi kuçe xebatên rêxistinbûyînê bidomîne."