Kujerê komkujiyê piştî 6 rojan hat zevtkirin 2021-08-04 21:02:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Kujerê malbata Dedeogûllari Mehmet Altûn, piştî 6 rojan hat zevtkirin.    Mehmet Altûnê ku li navçeya Meram a Konyayê 7 ferdên malbata Dedeogûllari kuştibû, piştî 6 rojan îro li nav eraziyê xwe veşartibû hat zevtkirin.    Hat hînbûn ku Altûn li nav eraziyê li Taxa Uçpinarlarê hatiye zevtkirin.    Duh jî têkildarî komkujiyê ji 14 kesên sewqî dadgehê hatibûn kirin 10 jê hatibûn girtin.