Li Çorûmê bi kêran êrîş birin ser karkerên demsalî yên ji Rihayê 2021-08-04 23:55:00   ÇORÛM - Li gundê Tekke yê Çorûmê keya û kurên xwe bi kêran êrîş birin ser karkerên demsalî yên ji Rihayê.    Li gundê Abdûllah Ata (Tekke) yê Çorûmê, karkerên demsalî yên ji Rihayê bi êrîşeke bi kêran re rû bi rû man. Êrîş duh saet di şeş û nîvê êvarî de pêk hat. Di êrîşê de Hatîce û Kubra Alpa, HAlep û Îsmaîl Çalişir û Alî Sarigul birîndar bûn. Birîndarên ku rakirin nexweşxaneyê, piştî dermankirinê hatin tabûrcîkirin.    Têkildarî bûyerê Îbrahîm Çalişir ji ajansa me re axivî. Çalişir, anî ziman ku mehek berê ava mêrga Bozbagê ji aliyê gundiyan ve hatiye qutkirin. Têkildarî mijarê me telefonî Parlementerê MHP'î Îbrahîm Ozyavûz kir û me daxwaza xwe ya ji bo avê ragihand wî. Paşê keyayê Tekkeyyê kesê bi navê Omer telefonî wan kiriye û ji wan re gotiye "Çima we telefonî parlementer kiriye? Hûn avê dixwazin?" û heqaret li wan kiriye.    Çalişir ji bo êrîşa duh jî got: "Şivanekî ku xalê keya ye, çêlekên xwe li nav erd diçêrand. Çend caran hat got, 'Çopên xwe navêjin.' Me jî got, 'Em çopan navêjin, em her sibeh derdorê paqij dikin.' Duh gava çend kîsikan dibîne, telefonî cendirmeyan dik. Cendirme jî telefonî keya dikin. Piştî keya hat, binefeser jî hat. Binefser ji me re got, 'Ez ê bera we bidim. Nîv saetê dinê ez ê bêm vira, heger çopekê jî bibînim, ez ê bera we bidim û şev nîvê şevê be jî hûn ê biçin.' PIştî bis er me de qîriya, me jî got 'Tu çima diqîrî, heqê te tune ye. Çi sûcê me hebe, zabitnameyekê çêbike. Li vir kesên di temenê bavê te de hene.'"    5 KES BIRÎNDAR BÛN    Çalişir, anî ziman ku gava ji binefser re gotin dê giliyê te bikin, binefser gazî wan kiriye. Çalişir got: "Gava me bi binefser re xeber dida, keya û kurên xwe û gundiyek di dest wan de kêr, êrîş anîn ser me. Di êrîşê de bavê min Halep Çalişir û birayê min Îsmaîl Çalişir birîndar bûn. Meta min jî bo wan ji hev bike. diçe cem wan. Bi kulman li meta min Hatîce Alpa xistin û gava keça meta min Kubra Alpa jî hewl dide wan ji hev bike, kêr li stuyê wê dikeve. Xebatkarê me Alî Sarigul jî ji serê xwe birîndar bû. Di dema şer de binefser jî gaz reşand ser me û aliyê hêla din kir. Tenê mudaxileyî me kir."    DÊ VEGERIN    Çalişir, anî ziman ku piştî êrîşê cendirmeya îfadeya wan girtiye û wan jî giliyê binefser û keya kiriye. Çalişir, diyar kir ku konên xwe rakirine çûne gundekî din. Çalişiri, diyar kir ku piştî heqê xwe bistînin dê vegerin Rihayê.