Hevserokê ÎHD'ê: Di hemû krîzan de kurd dibin hedef 2021-08-05 09:03:59 COLEMÊRG - Hevserokê ÎHD'a Colemêrgê Yûsûf Ozan Çobanoglû, diyar kir ku îqtidar di hemû pêvajoyên krîz û aloziyê de, ji bo xelasiyê serî li êrîşên nîjadperest didin û got: "Îqtidar, ji bo rojevê biguherînin stratejiyên êrîşan pêş ve dibin."  Di demên dawî di metrepolan li hemberî kurdan êrîşên nîjadperest pêk tênç Bertekên li dijî an êrîşan didomin. Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Colemêrgê Yûsûf Ozan Çobanoglû, êrîşên nîjadperet û binpêkirinên mafan ên li bajêr nirxandin.    Çobanoglû, diyar kir ku ji roja ku Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heye niha di hemû pêvajoyên aloziyê de kurd û gelên kêmar ên din hedef hatine girtin û got: "Mixabin gava mirov li dîroka Komara Tirkiyeyê dinêre, her cara ku hikûmet û îqtidar ditengijin û bi krîzan re rû bi rû dimînin li hemberî kurdan stratejiya îşkence û lêdanê pêş ve dibin. Me ji van polîtîkayên cur bi cur ên li ser kurdan tên meşandin, di tîmên Esedûllahê de dîtin. Ev êrîş car hebûye bi destê hêzên wekî Teşkîlat-i Mahsûsa û SADAT'ê hatine kirin. Me di dema qedexeyên derketina derve yên li Geverê de dît ku bê tîmên Esedûllah çawa bi awayekî çalak hatine bikaranîn. Derbarê vê de gelek rapor hene. Di dîrokê de tim li hemberî kurdan, ermeniyan û kêmarên din de ev êrîş û îşkence hebûne. Ji bo dewlete bibe dewletek civakî û hiqûqê, divê mekanîzmayên xwe yên hiqûqê bi awayelî profesyonel îcra bike. Lê piştî van êrîşan, esker û polîsa nayên cezakirin, berevajî vê tên xelatkirin."    Çobanoglû, destnîşan kir ku kiryar tim cesaretê ji polîtîkayên bêcezatiyê digirin û got: "Îqtidar, Îqtidar, ji bo rojevê biguherînin stratejiyên êrîşan pêş ve dibin. Ji ber vê yekê, her tim ev polîtîka pêk tên û didomin. Sedema vê jî, krîz in. Mesela, niha aborî nemaye û mirov nikarin nan bibin malê. Lê îro gava em li rojevê mêze dikin, em Doza Kobanê yya HDP'ê û doza derbarê girtina HDP'ê nîqaş dikin. Rojevên bi vî rengî, krîzên aborî û siyasî bi feraseta 'em li hemberî dijmin têdikoşin' paşperde dikin. Bi van polîtîkayan re qirkirina siyasî rewa dikin."    POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ    Çobanoglû, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Colemêrg û bajarên din ên nêzî sînor jî û got: "Ev, tenê ne li Colemêrgê li gelek herêman pêk tê. Lê rojekê me nedîtiye esker û polîsên ev komkujî pêk anîne hatine cezakirin. Em rêvebiriya ÎHD'ê, ji nêz ve binpêkirinên mafan ên li herêmê dişopînin. Armanca me em li divî van pêkanînan bitêkoşin."