Li Elkê amûra kişandina giya: Parxel 2021-08-05 09:04:03 ŞIRNEX - Li gundê Bêzal ê Elkê, giyayên li qelaçan ku wesayît nikarin biçin, bi rê û rêbazên berê tên berhevkirin. Gihayên bi dasan tên çinîn, bi "parxelên" li pişt ker û hespan tên barkirin û kişandin.  Li navçeya Elkê amadekariyên ji bo zivistanê dest pê kirin. Giyayên li qelaçan şîn hatine û iha tên çandin, piştî hişk dibin gundî wan dikişînin. Li deverên qelaç ku traktor û wesayîtên din nikarin biçinê, gundî bi "parxel"ê dikişînin. "Parxel" ku rêbazeke kevn e û wekî kaşkaşkan e, li paş ker û hespan tê girêdan.    Li gundê Bêzalê giyayên di meha Hezîranê de hatine çinîn, piştî hişk bûn niha tên kişandin.    TONA WÊ BI 2 HEZAR Û 500 TL'YÎ YE    Şêniyê gund Hasan Demîr, diyar kir ku îsal ji ber baran pir nebariyaye, giha kêm e. Demîr, destnîşan kir ku her sal nêzî 30 ton giya berhev dikir û got: "Lê îsa 10 ton jê derket. Ji ber ev der devereke biqelaç e, em giya bi rêbaza berê parxelê dikişînin."    Demîr, da zanîn ku paşê dê van giyayan li patosê bixin û bikin ka û tona wê bi 2 hezar û 500 TL'yî bifiroşin.    MA / Mujdat Can