Qeyûm ji bo Fermandariya Hidûdê avahiyê çêdike 2021-08-05 09:04:04 MÊRDÎN - Qeyûmê Şaredariya Nisêbînê, çêkirina avahiya ji bo Fermandariya Qereqola Hidûd a 2'yan, da ber îhaleyê.  Qeyûmê Şaredariya Nisêbîna Mêrdînê, çavkaniyên şaredariyê ji dêvla ku ji bo gel xerc bike, ji saziyên dewletê re xerc dike. Qeyûm biryar girt ku avahiya qereqola Fermandariya Hidûdê ya 2'yan a Nisêbînê û avahiya pêvekî ya Midûriyeta Ciwan û Werzîşê ya Navçeyê çêbike.    Qeyûm, çêkirina avahiya ji bo Fermandariya Qereqola Hidûd a 2'yan, da ber îhaleyê. Îhale meha borî hat çêkirin, lê belê encamên wê nehatin parvekirin.    Her wiha qeyûm îhaleya ji bo çêkirina avahiya pêvekî ya Midûriyeta Ciwan û Werzîşê ya Navçeyê jî meha borî çêkiribû. Lê ji ber ku pir kes tevlê nebûbûn, hat betalkirin.    MA / Ahmet Kanbal