Li Omeriya qedexeya derketina kolan hat îlankirin 2021-08-05 09:31:51   MÊRDÎN -  Li çoltera herêma Omeriyan, bi hinceta operasyona eskerî, qedexeya derketina kolanan hat îlankirin.    Li herêma  Omeriyan, 2 gund û 2 gundik bi hinceta operasyona eskerî qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Li gundên Bizgûr û Kurîksîtîlîle, gundikên Serinkaya û Eroglû yên girêdayî navçeya Nisêbînê jî qedexeya derketina kolanan hat îlankirin.