Li Cizîrê 2 bijîjk rojê li 250 nexweşî dinêrin! 2021-08-05 11:22:17   ŞIRNEX - Li Şirnexê ku rêjeya welidînê lê zêde ye, li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê tenê 2 bijijk li Polîklînîka Welidîn û Nexweşiyên Jinan dixebitin û rojê di navbera 150-250 nexweşî dinêrin.   Li gorî daneyên Saziya Statîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), gelheya navçeya Cizîrê ya Şirnexê 151 hezar e. Bi kesên ku ji gund û navçeyên derdorê jî tên rojê nêzî 185 hezar kes diçine Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Cîzrelîoglû ya li navçeyê. Ji ber vê sedemê nexweşxane di xizmet dayînê de zehmetî dikişîne û gelek bijîjk ji ber barê giran û mobbîngê îstifa dikin.    Bijîjkên Polîklînîka Welidîn û Nexweşiyên Jinan ku di bin barekî giran de ne rojê di navbera 150-250 nexweşî dinêrin. Li gorî daneyên TUÎK'ê piştî Rihayê bajarê ku herî zêde rêjeya welidînê lê zêde ye Şirnex e. Li bajarê ku rêjeya welidînê lê zêde ye di nav meheke dawîn de li Cizîrê 3 bijîjkên welidînê, li Hezexê bijîjkek welidînê , li Silopya jî bijîjkek welidînê îstifa kirin. Ji ber van îstifayan ji serê meha tîrmehê ve li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê tenê 2 bijîjk li Polîklînîka Welidîn û Nexweşiyên Jinan dixebitin. Ev jî dibe sedema gelek pirsgirêkan. Her wiha ji ber kêmbûna pîrikan pirsgirêkên li nexweşxaneyê mezintir dibin.   TENÊ NEXWEŞÊN LEZGÎN   Hat hînbûn ku ji ber hejmara kêm a bijîjkan li nexweşxaneyê tenê li nexweşên rewşa wan lezgîn tê nêrîn. Her du bijîjk, li emeliyat, welidîn û nexweşên serwîsê dinêrin. Ji ber zêdebûna hejmara nexweşan bijîjk hatine wê astê ku êdî nikarin li polîklînîkê xizmet bidin. Ev jî dibe sedem ku nexweş biçin derveyî bajar tedawiyên xwe bibînin. Her wiha nobet jî kar giran dikin.    MIRINÊN PITIK Û DAYIKAN   Hejmara kêm a bijîjkan li navçeyê dibe sedema mirina pitik û dayikan. Her wiha neşopandina nexweşan jî dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê yên micid.   Rexmî vê rewşa li Nexweşaneya Dewletê ya Cizîrê jî desthilata AKP'ê sozê ku 15 sal in ji bo çêkirina Nexweşxaneya Welidînê û Nexweşiyên Jinan daye bi cih nayne.    MA / Dilgeş Rûvanas