Li Aydinê koma nîjadperest ku rê girt 3 kesan lînç kir 2021-08-05 11:40:38   AYDIN - Li navçeya Efeler a Aydinê, komeke nîjadperest a ji 100 kesî pêk dihat, 3 kesên di wesayîteke ku dan sekinandin de lînç kirin.    Li gundê Emîrdogan ê navçeya Efeler a Aydinê, komeke nîjadperest a ji 100 kesî pêk dihat, bi angaşta ku hatine şewitandina daristanan wesayîteke bipîlaqeya Balikesîrê da sekinandin û 3 kesên di wesayîtê de lînç kirin. Li ser agahdarkirinê cendirme hatin gund û 3 kesên ku hatin lînçkirin binçav kirin û birin Qereqola Cendirmeyan a Efelerê.   Di dîmenên ku çavkaniyên herêmî gihandin ajansa me de koma ku ji nêzî 100 kesî pêk tê dûrişmeya "bila geber bibin" berz dikin û hewş didin pêşiya wesayîta cendirmeyan a 3 kesên ku lînç kirine têde ne bigirin.    Çavkaniyên herêmî, gotin ku koma nîjadperest ji ber ku di wesayîtê de tup û bîdoneke mazot hebûye her sê kesan lînç kirine.