Girtî li dijî lêgerîna nava dev di çalakiyê de ne 2021-08-05 11:59:51   MÊRDÎN - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa Bandirmayê dimînin, biryar dan ku li dijî lêgerîna nava dev a di dema sewqên nexweşxaneyê de, dernekevin hevdîtin û telefonê.       Delîl Ûfak ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Bandirma ya Balikesîrê dimîne, diyar kir ku rayedarên girtîgehê di dema sewqên nexweşxanê û revîrê de, lêgerîna nava dev ferzî wan dike. Ûfak, da zanîn ku girtî ji ber vê binpêkirina maf, nayin derman kirin. Ûfak, ji malbata xwe ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê dijî re, got ku rewşa girtiyên nexweş giran û lezgîne.    Ûfak, da zanîn ku wan li dijî ferzkirina lêgerîna nava dev dest bi çalakiyê kirin û wiha got: “Rewşa hevalên me lezgînin. Lê ji ber ferzkirina lêgerîna nava dev, qebûl nakin ku bên sewqkirin. Ji ber vê yekê em dernakevin hevdîtinan. Em ê ji vîr û şûnde dernekevin hevdîtinên telefonê jî. Ji bo ku we ji vê rewşê agahdar bikim, ez li we geriyam. Em dixwazin ku parazvanên mafên mirovan, parlamenter, med û malbatên me li dijî vê rewşê dengê xwe bilind bikin.”   Bavê Ûfak Hakîm Ûfak jî, xwest ku ev pêkanînên dij mirovahî, bên bi dawî kirin.    Rayedarê Serkarmendê girtîgehê jî, diyar kir di girtîgehê de kes tuneye ku derbarê mijarê de hevdîtin bê kirin.