Li Berwarî û Tilo agir bi daristanan ket 2021-08-05 13:38:08   SÊRT - Li bejahiya navçeyên Berwarî û Tiloyê agir bi daristanan ket û welatiyên ku ji bo vemirandinê ber daristanan ve çûn ji aliyê leşkeran ve bi hinceta "ewlehiyê" hatin astengkirin.    Li bejahiya navçeyên Berwarî û Tiloyê yên Sêrtê agir bi daristanan ket. Îro serê sibehê agir bi daristanên li gundê Nepilê yê navçeya Tilo û gundê Şûz ê navçeya Berwariyê ketin. Hat diyarkirin ku agirê li her du gundan jî didome. Sedema derketina agir nayê zanîn lê hat diyarkirin ku gundiyên Şûzê yên xwestine ber bi daristanê ve biçin û agir vemirînin ji aliyê leşkeran ve bi hinceta "elehiyê" hatine astengkirin.    Hat diyarkirin tîmên Miduriyeta Daristanan a Sêrtê mudaxaleyî şewata li gundê Nepilê dikin.