TTB: Em ji bo jiyan û jiyandinê derzî dibin 2021-08-05 15:35:54   STENBOL - Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci, destnîşan kir ku divê her cure fikarên ser derzîkirinê bên derbaskirin û bi gotina “Derzî bûyîn deynê me yê li hemberê hevûdu ye” herkes vexwend derzîkirinê.    Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB), bi armanca agahdarkirina li dijî fikarên derziyê û piştevaniya xebatên derziyê yên li dijî Kovîd-19’ê li avahiya Odeya Bijîşkan a Stenbolê ya li Cagaloglûyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta “Kovîd-19 nexweşiyeke ku dikare were astengkirine. Ji bo bijîn û bidin jiyîn em derzî bibin” hat daliqandin. Civîna ku Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci û Seroka Odeya Tabîban a Stenbolê Pinar Saîp beşdar bûn, ji gelek bajêran serokên odeyên din ên bijîşkan bi awayekî online beşdarî civînê bûn.     GIRÎNGIYA DERZÎ KIRINÊ   Fîncanci ya di civînê de axivî destnîşan kir ku amûrekî herî girîng ê têkoşîna bi pandemiyê re derzîkirine û wiha got: “Derzî bûyîn deynê me yê li hemberê hevûdu ye. Ji ber varyanta Deltayê zêde bû şewb kete serdemeke zortir. Vê rewşê jî cîdiyet û girîngiya derzîkirinê zêde kiriye.” Fincanci, hişyar kir ku varyanta deltayê zêdetir belav dibe. Fîncanci destnîşan kir ku heke rêjeya derzîkirinê ser ji sedî 80-85 pêk were belavbûna şewbê dikare were sekinandin.    ‘FIKAR JÎ WEKE VÎRÛSÊ BELAV DIBE’   Fîncanci, bang li kesên li dijî derziyê bi fikar in kir û wiha got: “Heke hûn derzî bibin hem hûn ê xwe biparêzin hem jî di heman demê de zarokên we dê bikarin bijîn û biçin dibistanê. Heke hûn derzî bibin wê di beşên lênêrîna lezgîn de ji nexweşên we re cih were dîtin. Ji bîr nekin fikar jî weke vîrûsê belav dibe.”   BANG LI WEZÎRÊ TENDURISTIYÊ KIR   Fîncanci bang li Wezîrê Tenduristiyê û desthilatê kir ku derbaskirina her cure fikarên ser derzîkirinê peywîra wan e.   DIVÊ DANE RAST BÊN AŞKERAKIRIN   Seroka Odeya Tabîban a Stenbolê Pinar Saîp jî xwest ku Wezareta Tenduristiyê daneyên di destê xwe de bi awayekî rast ragihîne û bergiriyên pêwist bigire. Saîp, diyar kir ku divê li hin saziyan derzîkirin bi zorê bê kirin û desthilat dest ji quretiya xwe berde û ligel odeyên pîşeyî tevbigere.