Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçûk îstifa kir 2021-08-06 08:49:33   NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçûk, ji peywira xwe îstîfa kir û alîkarê wî Mahmût Ozer li şûna wî hat tayînkirin.   Piştî biryara îstîfayê ya Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçûk, biryarên nû yên tayînkirinê yên Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hatin weşandin. Di biryarê de hat diyarkirin ku daxwaza efûyê ya Ziya Selçûk hatiye qebûlkirin û ji bo wezîfeyê jî Wekîlê Wezîr Mahmut Ozer hatiye wezîfedarkirin.   Beriya îstifayê alîkarê Ziya Selçûk Prof. Dr. Mahmut Ozer Serokatiya OSYM û Rektorê Zanîngeha Bulent Ecevît peywir kiribû.