Agahî ji siyasetmedarên ku li Hewlerê hatibûn desteserkirin nayê girtin 2021-08-06 13:54:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Agahî ji 3 siyasetmedarên jin ku di têketina Hewlerê de ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hatibûn desteserkirin nayê girtin.    Li gorî nûçeyeke ku Rojnnewsê derbas kiribû, Ji Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) heyetek ji bo 7'emîn salvegera komkujiya ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de ji aliyê DAIŞ'ê ve li dijî êzidiyan pêk hatibû çûbû Şengalê û tevlî bîranîna komkujiyê bûbû. Rêveberên RJAK'ê Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî, Seyran Ehmed Hesen ku di vê heyetê de cih girtibûn di têketina Hewlerê ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hatibûn desteserkirin.    Rêveberiya RJAK'ê, ragihand ku têkildarî rewşa siyasetmedarên jin ji rayedarên PDK'ê tu agahî negirtine û ji ber vê sedemê bi fikar in.