4 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2021-08-06 15:37:22   AMED - 4 kesên li Amedê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.   Di 2’yê tebaxê de polîsan li Amedê bi ser gelek malan de girti bûn û Mehmet Yalçin, Mûhsîn Acar û du ciwanên navên wan nehatin zanîn binçav kiribûn. 4 kesên ku bi hinceta “îxbarê” hatibûn binçavkirin û bi îdiaya ku li navçeya Rezanê komkujiya Konyayê ya nijadperest şermezar kirine tên sûcdarkirin, piştî li Miduriyeta Polîsan a Amedê îfadeya wan hat girtin, hatin berdan.