Ozturk ê li Omeriyan jiyana xwe ji dest da bû hat definkirin 2021-08-07 09:30:19   MÊRDÎN - Suleyman Ozturk ê li herêma Omeriyan jiyana xwe ji dest da bû, hat definkirin.   Endamê HPG’ê Suleyman Ozturk (Cîlo) yê di 5’ê Tebaxê de li herêma Omeriyan a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest da bû, teslîmî malbata wî hat kirin. Cenazeyê Ozturk li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê dihat girtin. Malbata Ozturk duh bi şev cenazayê lawê xwe girt û bir gundê Sitîlîle yê girêdayî navçeya Nisêbînê. Cenazeyê Ozturk piştî wacîbeyên olî hatin bicihanîn, ji aliyê endamên malbatê û gundiyan ve, bi lêxistina çepikan ber bi rêwîtiaya  dawî ve hat oxirkirin.