Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re mêzîna edaletê hevseng bikin 2021-08-07 10:41:23   RIHA- Malbata Şenyaşar ku 152 rojin têkoşîna xwe ya edaletê bi rêve dibe, ev peyman parve kir: “Em ê bi hev re mêzîna  edaletê ya xirab bûye hevseng bikin.”   Çalakiya nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 152'yemîn de didome. Dayika Emîne  Şenyaşar û kurê wê Ferîd Şenyaşar ji ber ku avahiya edliyê îro girtî bû, nobeta xwe li mala xwe ya Pirsûsê dewam kirin.   Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal di parvekirina kir de, spasiya endamên Lijneya Koordînasyona Rihayê (ÎKK) û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Amedê yên duh serdana wan kiribûn kir. Malbatê, di parvekirina xwe de ev peyam da: “Lijneyên Koordînasyona Riayê (ÎKK) û TMMOB’a Amedê serdana piştevaniyê ya têkoşîna edaletê li me kirin. Minnetdarê hemû kesên ku dibin dengê me. Em ê bi hev re mêzîna  edaletê ya xirab bûye hevseng bikin.”