Tarik Bîrleşîk ê polîsan wesayîta wî gule baran kirin ew kêlî vegotin 2021-08-07 10:50:41 MÊRDÎN - Tarik Bîrleşîk ê polîsên GBT dikirin li wî dan û wesayîta wî gule baran kirin, wiha got: “Polîsan ji min re gotin hûn terorîst in em ê we bikujin.” Parêzerê Bîrleşîk Azad Abdan jî wiha got: “Polîsan hewl dan ku wesayîtê weke ku ‘di sûcekê de hatiye bikaranîn’ nîşan bidin.” Serokê Sîteya Galerîvanên Qoserê Tarik Bîrleşîk di şeva 5’ê tebaxê de dema 3 jê zarok bi 6 kesan ji cihê karê xwe yên li navçeya Qosera Mêrdînê derket, li noxteya polîsan a li rex Amîrtiya Trafîka Herêmê di dema kontolkirina nasnameyan de polîsan heqaret û tundî lê kir. Bûyer, bi bertek nîşandana Bîrleşîk a heqaretkirina polîsan a hin kesên di wesayîteke din de dest pê kir. Polîsê ku bi gotina “ez dewlet im  hûn keriyê kuçikan e” heqaret li Bîrleşîk kir û li wî da. Wesayîta ku zarok jî tê de bûn ji aliyê polîsekî din ê tîmên taybet ve hat gulebaran kirin. Bi tesaduf kesên ku di wesayîtê de birîndar nebûn. Piştî ku polîsan heqaret û tundî li Tarik Bîrleşîk û birayê wî Ramazan Bîrleşîk kirin ew binçav kirin. Bîrleşîk ên li miduriyeta polîsan îfade nedan, dadgehê ew bi qedexeya derveyî welat berdan. Du birayên hev dûre giliyê polîsan kirin û derbarê wan de bi îdiaya “li dijî polîsan derketine” lêpirsîn hat destpêkirin.      ÎFADEYÊN WAN BI XWE EW DEREWANDIN   Li gorî girtekan Bîrleşîk, piştî bûyerê daxwaza li hevkirinê ya polîsan qebûl nekir. Li ser vê yekê polîs ji Tarik Bîrleşîk gilîker bû. Polîsên bi navê K.T. û V.E. îdiakirin ku Bîrleşîk “heqaret” li polîsê bi navê A.S. kiriye û “gef lê xwariye.” Lê A.S. di îfadeya xwe de behsa heqaret û gef lê xwarinê nekir. Tarik Bîrleşîk û parêzerê wî Azad Abdan, tiştên ku di roja bûyerê de qewimîn ji ajansa me re vegotin.    TIŞTÊN QEWIMÎN VEGOT   Bîrleşîk, bi lêv kir ku dema polîsan ew li noxteya kontrolê sekinandin, xeberên giran ji wesayîteke ku li rex wan re derbas bû û jinek jî tê de bû gotin û wiha got: “Pişt re dema polîs zivirî ji min re got ‘tu li çi dinêrî?’ Min jî tiştek negot. Ji bo GBT’ê nasnameyên me girtin û birin hundir. Pişt re polîsê ku xeber ji wesayîtên derbas dibûn re digot li birayê min zivirî jê re got ‘ka nasnameya te’. Birayê min jî got ‘polîsên din bir’. Bi israr ji birayê min re got ‘ka nasnameya te li ku ye’. Birayê min jî dîsa jê re got ‘tîmên din wergirt’. Dûre li destê birayê min xist. Min jî jê re got tişta tu dikî xelet e, di wesayîtê de zarok hene. Pişt re ji min re jî xeberên giran gotin.”   HÊQARET Û LÊDAN   Bîrleşîk, diyar kir ku li ser tiştên qewimîn polîsan got wê kontrola wesayîtê jî werek kirin, dema sedemê vê yekê ji polîsan pirsî, li ser polîsan ew girt û kişand wesayîta di vitêsê de tevgeriya, dema xwest erebê bisekinîne piştê ve polîsekî din gule barandin. Bîrleşîk, da zanîn ku polîsê tîmên taybet bi 6-7 guleyan wesayîta wan gulebaran kir û wiha berdewam kir: “15 polîsên tîmên taybet hatin cem me. Min û birayên min ji wesayîtê peya kirin. Ji me re gotin ‘hûn terorîst in’. Xeberên giran kirin. Ez li erdî dirêj kirim û bi paş ve kelemçe kirim.”   HEMÛ QEYD HATIN XWESTIN   Bîrleşîk, bi lêv kir ku polîsan xwest girteke ku li miduriyeta polîsan amade kirin bi wan bidin îmze kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez ê heta dawiyê ji polîsan gazinker bim. Kesekî ku ne diyare kî ye nikare van heqaretan li min bike. Ji xeynî gelê kurd ji kesê re evqas neheqî nayê kirin. Ji min re gotin ‘em ê bi bikujin, we biqedînin’. Di îfadeya xwe de ev berovajî kirin û gotin min ev gotin gotine. Ligel ku li herêmê 5-6 qemere hebûn jî dîmenên yek qemereyê dan cendermeyan. Cendermeyan jî dîmenên hemû qemereyan xwest in.”   DAXWAZA LI HEV KIRINÊ    Parêzer Azad Abdan jî, diyar kir ku piştî bûyerê bi lez û bez çû cihê bûyerê, dema çû cihê bûyerê polîsan ew ji xwe dûr xistine û hewl dane ku kilîla wesayîtê bigirin. Abdan, bi lêv kir ku destûr neda vê yekê û wiha got: “Polîsan ji ber zanîn ku ew sûcdar in daxwaza li hev kirinê kirin. Dema em ev qebûl nekir. Wesayît weke ku ‘di sûcekê de hatiye bikaranîn’ nîşandan. Dozger ji bo lêgerîna edlî were kirin destûr da. Wesayît li hev xistin û weke ku di wesayîtê de eroin hebe û an jî çek tê de hene lêgeriyan. Piştî ku di wesayîtê de tiştek nedîtin jî teslîm kirin. Dûre li ser derbarê muwekîlê min de lêgerînek heye na nîne sekinin. Piştî ku tiştek derneket xwestin girtekên wan amade kirin bi muwekîlê min bidin îmzekirin.”   WELATÎ TÊN MEXDÛRKIRIN   Abdan, da zanîn ku li ser vê yekê ji aliyek polîs bûn nexwest in li miduriyeta polîsan îfadeyê bidin û anî ziman ku bi biryara dozger cendermeyan îfadeyên muwekîlê wî wan girtin. Abdan, diyar kir ku polîsan cara ewil qeydên qemereyan kêm anîn lê li ser israra wan qeydên din jî yên qemereyan dan anîn. Abdan, bi lêv kir ku li Tirkiyeyê di dosyayên ku aliyekî wê polîs hene rewşên wek hev tên jiyîn û da zanîn ku dozger di asteke wisa dane ku her gotina polîsan bi cih tînin. Abdan, anî ziman ku welat bûye dewleta polîsan û ligel welatî mexdûr dibin jî bi binçavkirinê careke din tên mexdûr kirin.    Abdan, diyar kir ku têkildarî bûyerê derbarê polîsan de ji sûcên “zirar dayîna mal” , “birîndar kirin” , “teşebûsa kuştina qestî” , “tirsandin” û “Xerakirina aramiyê” gilî kirine û destnîşan kir ku wê şopdarên dosyayê bin.   MA / Ahmet Kanbal - Mujdat Can