Neçareserkirina pirsgirêka kurd îşkenceyê zêde dike 2021-08-08 09:04:06   STENBOL - Endamê Desteya Rêvebir a TÎHV'ê Umît Bîçer, anî ziman ku ji ber ku îqtidar ji dêvla çareseriyên demokratîk tahdeyê tercîh dikin îşkence zêde dibe û got: "Beramberiya wê ya li Tirkiyeyê jî, têkildarî meseleya kurdî rêya ku îqtidarê tecrîh kiriye bi xwe ye."    Li gor Rapora Navendên Tedawî û Rehabîlîtasyyonê ya meha Tîrmehê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), di sala 2020'î de tahde û îşeknceya li nav kuçeyyan hatiye kirin zêde bûye. Li gor raporê di sala 2020'î de 605 kesan serî li weqfê daye. Di nav vê hejmarê de, hejmara kesên ji ber îşkence û muameleya xirab serlêdan kirine 562 ye. Temenê serlêdêran jî di navbera 5-70 salî de ye.      ÎŞKENCE ZÊDE BÛYE    Endamê desteya rêvebir ê weqfê Umît Bîçer, destnîşan kir ku di sala 2020'î de îşkence û muameleya xirab pir zêde bûye, li gor salên berê. Bîçer got: "Dane nîşan didin ku îşkenceya li nav kuçeyan tê kirin zêde bûye. Avêtinên ser malan zêde bûne, revandin û windakirin zêde bûne."    JI SERLÊDÊRAN 205 JÊ JIN IN    Di raporê de ji kesên ji ber îşkence û muameleya xirab serlêdan kirine 205 jê jin in. Bîçer, sedemên îşekneckirina jinê û tahde li jinê wiha rêz kirin: Em dibînin ku jin di jiyana civakî de çalaktir in. Her ku têkoşîna jinê xurt dibe, dibin hedefa îqtidara siyasî. Em dikarin bibêjin ku di salên dawî de hejmara jinên hatine îşkencekirin û tahde li wan hatiye kirin zêde bûne."   Bîçer, anî ziman ku rûyê îşkenceyê guheriye, ji lew re tenê ne li nav çar dîwaran, li kuçeyan jî tê kirin. Bîçer got: "Gava em li tayybetmendiyên jinan dinêrin, em dibînin bi piranî li kuçeyan, di têkoşînên civakî de hedef tên girtin. Jin ji bo van îşkenceyyan belge bikin û di warê tibî de alîkariya wan bê kirin, li gor berê hîn bêtir serî li Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê didin."    Bîçer, da zanîn ku temenê jin û mêrên îşkence li wan hatine kirin di navbera 20-30 salan de ye.   PÊVAJOYA DIYALOGÊ    Bîçer, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê sedema zêdebûn û kêmbûna îşkenceyê, têkildarî polîtîkayên derbarê prisgirêka kurdî de ne û got: "Gava em li cihê jidayikbûn an jî zimanê zikmakî yên kesên hatine îşkencekirin dinêrin, em bi awayekî pir aşkere bi rastiyekê re rû bi rû dimînin. Li vî welatî kurdbûyîn, bi tena serê xwe tê wateya hedefgirtinê. Rêya ku îqtidarê derbarê meseleya kurdî de tercîh dike, zêdebûn û kêmbûna îşkenceyê nîşan dide. Di dema pêvajoya çareseriyê de, înfaza derî qanûnî, windakirin û îşkence pir kêm bû, lê gava şer ji nû ve dest pê kir, îqtidarê berê xwe da polîtîkayên tekparêz û ewlehîparêz û ev polîtîka bûn sedema zêdebûna îşkenceyê."    TAHDE TERCÎHA ÎQTIDARAN E   Bîçer, di berdewama axaftina xwe de got: "Têkildarî vê meseleyê, a rast îqtidar ji ber ku ji dêvla çareseriyên demokratîk tahdeyê tecrîh dikin, îşkence jî zêde dibe. Beramberiya wê ya li Tirkiyeyê jî, têkildarî meseleya kurdî rêya ku îqtidarê tecrîh kiriye bi xwe ye. Em ê meseleya kurdî çawa çareser bikin? Em ê bi rêbazên aştiyane çareser bikin? Em ê vê jî bi bi aştiyeke civakî û peymaneke civakî bikin? Yan na em ê bi rêbazên eskerî û otorîter çareser bikin? Yan jî em ê hewl bidin ev mesele bidome? Li Tirkiyeyê xulaseya meseleyê ev e."    MA / Dîren Yûrtsever