Li Çewligê varyanta Deltayê belav dibe 2021-08-08 09:05:41   ÇEWLIG - Li Çewligê ku rêjeya aşiyê kêm e, saziyên karbidest û rêxistinên civaka sivîl xebatên "serwextkirinê" nakin, varyanta Deltayê pir zû belav dibe û ûnîteya beşa awarte ji sedî 80 tije bûye.    Yek ji bajarên ku hejmara pêketiyên Covîd-19'ê zêde dibin jî Çewlig e. Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê hefteyê hezar û 256 kes bi Covîd-19'ê dikevin. Li bajêr rêjeya kesên doza yekê û dudoyan a aliyê kirine ji sedî 33 ye.    Hat diyarkirin ku li bajêr di warê aşiyê de xebatên serwextkirinê nayên kirin.    NEXWEŞXANEYA DEWLETÊ    Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê ya 5 qatî ye. Ji 5 qatên wê 2 qat jê ji bo nexweşên Covîd-19'ê hatine veqetandin û hat diyarkirin ku beşa awarte ya nexweşxaneyê ji sedî 80 tije bûye.    PIR ZÛ BELAV DIBE   Endamê Nûnertiya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) a Çewligê Ramazan Nazlier, ragihand ku li Çewligê ji sedî 90'ê pêketiyan varyanta Deltayê ne û hejmara pêketiyan pir zêde dibe. Nazlier got: "Ji ber ku welatî aşî nabin, şewb pir zû belav dibe. Gel, tevdîrên xwe digire. Lê sedema vê saziyên fermî ne ku baş tevdîran nagirin."    GEL NAYÊ SERWEXTKIRIN   Nazlier, anî ziman ku li Çewligê rêjeya aşiyê pir kêm e û ji bo aşiyê xebatên serwextkirinê nayên kirin. Nazlier got: "Saziyên karbidest di warê aşiyê de xebatêns erwextkirinê nakin. Mirov li ser medyaya sanal aşiyê hîn dibin. Hin parvekirinên neyînî yên derbarê aşiyê de, dikin ku welatî dijî aşiyê tevbigerin."    'AŞÎ BIBIN'   Nazlier, destnîşan kir ku aşiya Covîd-19'ê li seranserê cîhanê hatiye qebûlkirin û bang kir ku her kes aşî bibe.    MA / Cengîz Ozbasar